Ciwan Haco Diyalog Lyrics
            DIYALOG
        
            Bi sûnd bi peyman
            Ezê nehêlim kuç liser kuç
            Kit jê nahêlim
            Ezê bajher bikim
            Dojeha liser riwê erdê
            Da "gawir" vegerine
            Ser riya "ala"yê mezin
            Bere êdi sirnex bêje
            Xwezi bi dêrsimê geliyê zilan
            Xwezi bi helepçe
            De lêxin "gurên boz" lêxin
            Kit ji wan nehêlin
            Bira zanibin
            Cihê sûrê me lê bilind bibe
            Ti seri xwe ranakin dibê
            Dixindirine newala
            Lêxin "aslanlar" lêxin
            Mizginiya "mirinê" bighênine
            Qulpe û xwismakên wê
            Bêjin vaye hat "mirina zer"
            Bere ev çiya û zinar
            Nasbikin ez kime
            Ezim "sayar"im
            Neviyê "xanê" mazin
            Yê "ata" û yê "lsmet ınönü"
        
            Pesnê xwe nede
            Xezeba te ji tirsa nara teye
            Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
            Dilovaniyê zanyariyê dide
            Tu bi sûr
            Hin gelek ditin bahozên "zer"
            Li vhi erdi gelek niv-mirorê
            Di çav xwede "fêris"
            Di nava xwede "newêrek" û
            "bêbext"
            Derbas bûne
            Gelek hatine bablisokên "zer"
            Te basa "'xanê" mezin
            'ata" û "lsmet" kir
            Ew hatin û çûn
            Lê ez livirim
            Ez ıivirim
            Liber diwarê birca amed
            Ez livirim mina surhê me
        
            Li ser singa te
            Mina direhê me
            Di gewriya tede
            Di çavên tede
            Bablisoka ji agirim
            Mina surhê me liser singa te
        
            Birçî tazi bider serê xwe natewênimo
            Siruda welat dixwinim
            Kolonan dadigrim
            Bi rê ketiye 'mesa azadiyê"
            Zindan min kiriye mala rûmetê
            Dibistana sorêsê
            Bûme diwarê qalind liser singa te
            Livirim
            Nobedarê dara gwizê me
            Tiwa li hewsê
            Nobedarê tenura dayka sêrinim
            Ez livirim hevirtirsim
            Di legena hevirê welat de
            Ez dipêjim hanê "kurdayetiyê"
            E saben min ji cemeda kurra
            "agrî"
            Di dilê mide dojeha sor
            Dema ez lidibim latê diguvêsim
            Ax hanê mine eger birçibim
            Lê disa livirim
            Ba rnakim her livirim
            Sûrha giranim liser singa te
            Ez bazim û helina mine
            "bagok" û "herekol"
            Ez pêsmerge me 'egidim"
            Diwarê qalindim liser bedena te
            Bipirse ji 'Ãskenderê mezin"
        
            Ewê bêje te
            Çend dijware tîra min
            Ewê bêje te çiroka min
            Ev çiya carekê rabune
            Go hew bitewin
            Sûrhim li ser singa te
        
            Livirim û bang dikim
            Biraye xwe li pista xetê
            Li basur li barês
            Were ba min kadestê xwe?
            Pista teme "sûrha çin"
            Bawer meke gotinê "marê zer"
            "rih dibê post, lê dijmin nabê
            Dost"
            Pasayâ "kor" mirê rewandiz
            Mina bedirxanê botan
            Na gotin , bakur û bashur
            Dane ber xwe
            Ji dersim. heta bi mûsil, kerkuk
        
See also:
JustSomeLyrics
62
62.53
Maleńczuk & Waglewski Niedziela bedzie dla nas Lyrics
WWE Undertaker - You're Gonna Pay Lyrics