Agıré Jiyan- Adaré Lyrics

çûme serê çîyayê gabar
kulilk vebûn nexsa bihar
êdî bes e zilma neyar
gelek xwes bû sahiya adar

adarê, xwes adarê, kulilka ber biharê
me ne zordestî, kevneperestî
me ne zilm û koledarî
adarê, xwes adarê, kulilka ber biharê

şervane li ser zinar û lat
dibezin ber bi roja felat
gelê me rabe roja nû hat
ew sehidên rewsa welat

li zindanan bi berxwedanî
çendî sehîd serî danî
standin dîroka tolanî
li ser çîyan ronî danî

See also:

117
117.33
Tiesto pres. Allure ft. Julie Thompson Somewhere Inside (Andy Duguid Remix) Lyrics
Silly Fools 04 พัก Lyrics