Rojda Xerîba Beyanî Lyrics

Xerîb gotegot e ..............
Cotyar çûne cot e
Xerîbê kember difrote

Oy oy li min xerîbê ..............
Bê tal û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê

Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît
Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê
Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin
Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê

Xerîba beyanî...............
Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî

Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê

Xerîba xwedê yo......................
Ber bergê rojê yo
Hesreta dayik û bavê yo

Xerîba beyanî .....................
agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî

Herêm : Sêrt
Gotin muzîk: Gelêrî
Gotin ê navberê de :Rojda AYKOÇ

See also:

119
119.76
Dinamita Pa Los Pollos Cantante De Country Lyrics
29 บางระจันวันเพ็ญ Lyrics